Li Sêrtê li dijî konwoya leşkerî çalakî: 11 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê bi ser konwoyeke leşkerî ku ji qereqola Xerxolê ya Berwarî ber bi Dihê ve diçû çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 11 leşker hatin kuştin. Gerîlayên HPG’ê li Skenderûnê li dijî qereqola jandarma çalakiyek li dar xistin.

Gerîlayên HPG’ê bi ser konwoyeke leşkerî ku ji qereqola Xerxolê ya Berwarî ber bi Dihê ve diçû çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 11 leşker hatin kuştin. Gerîlayên HPG’ê li Skenderûnê li dijî qereqola jandarma çalakiyek li dar xistin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li dijî mewziyên leşkerên Tirk ên ku li girê Koordîne yên Çelê bi cih bûbûn çalakiyek hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê wiha got: Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, 10’ê Hezîranê saet 18.00’an hêzên me li dijî mewziyên leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li girê Koordînê yên Çelê çalakiyek li dar xsitine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

10’ê Hezîranê saet 23.00’an artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkoptêrêj êrîşê yên kobra girê Petrûtê yê Çelê yê Colemergê bombe kiriye û bi skorsykyan leşker daxistine qadê.

LI BERWARÎ LI DIJÎ KONWOYA LEŞKERÎ YA ZIRXÎ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

10’ê Hezîranê saet 09.00’an hêzên me avêtin ser konwoyeke leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji qereqola Xerxolê ber bi navçeya Dihê ve diçûn. Ji nêz ve li leşkerên piyade ku ewlehiya konwoya wesayitên zirxî digirin derb hate xistin. Hêzên me li dijî wesayita zirxî ya di konwoyê de çalakiya sabotajê pêk aniye û wesayita zirxî ya bi tîpa akrep hatiye rûxandin. Di çalakiyê de derb li wesayiteke sivîl a di konwoyê de jî hate xistin ku kontraya ev wesayita zirxî bi kar dianîn, di vê çalakiyê de 11 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê qereqola TRT Dihê bi obûs û hewanan li derdorê xistiye.

 

Artêşa dagirker a TC’ê ev du roj in li dijî qadên Bilbeysê, Batê, Hemkan, Pîrosa, Zevyan û Melîsa yên Şemzînanê operasyona dagirkirinê dane destpêkirin. Operasyon hê jî berdewam dike.

DI OPERASYONÊ DE LI DIJÎ LEŞKERAN ÇALAKÎ

9’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li qadên Çilmêra, Deriyê Doskî, Deriyê Cebraîl, Çelê Jehrê yê Cûdî ya Şirnexê operasyona dagirkirinê dane destpêkirin. Hêzên me 10’ê Hezîranê saet 13.00’an li dijî yekîneyên dijmin ku di navbera Deriyê Cebraîl û Çilmêra de bi cih bûbûn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de diyar nebû ku çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne, lê mewzî bi temamî hatin rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs û hewanan li Çelê Jehrê, Kaniya Dolê û Girê Zorava xistiye. Operasyon heman rojê saet 22.00’an bê encam vekişiyaye.

LI DARA HÊNÊ ŞER

9’ê Hezîranê saet 20.30’î li qada Sêgamergê ya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker rastî hev hatine û şer derketiye. Di vî şerî de tespîtbûyî leşkerek hatiye kuştin û 1 leşker birîndar bûye.

9’ê Hezîranê artêşa dagirker a TC’ê li qadên derdora gundên Metana, Alz, Tukermav, Hasardagi, Kosalan û Krîsê yên Çewlikê operasyon dane destpêkirin. 10’ê Hezîranê beşek  operasyonê vekişiyaye lê beşek ji dijmin bi veşartî li araziyê bi cih bûye.

LI SKENDERÛNÊ LI DIJÎ QEREQOLÊ ÇALAKÎ

9’ê Hezîranê saet 08.40’î yekîneyeke me ya gerîla li dijî qereqola Jandarma Karayilan a Skenderûnê ya Hetayê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de mewzî û qereqolê derb xwriye û her wiha li yekîneyên dijmin ên ku derketibûn araziyê jî derb xwarin. Baş zelal nebû bê ka di vê çalakiyê de çend leşkerên wan hatin kuştin û birîndar bûn lê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê û kuştî û birîndar rakirin.

Hêzên me 8’ê Hezîranê saet 12.00-13.00’ê li mintiqeya Şehîd Delîl a navçeya Qisle ya Dersimê li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Baş diyar nebû bê ka di vê çalakiyê de çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûne.’’