Li Sêrtê kana madenê hilweşiya: 3 karker jiyana xwe ji dest dan
Li Sêrtê di encama hilweşîna kana madenê ya Etî Bakir de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Sêrtê di encama hilweşîna kana madenê ya Etî Bakir de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Madenê yê navçeya Şêrwan a Sêrtê di kana madenê Etî Bakir de hilweşîn pêk hat û 5 karker di binê axê de man.
Ji wan karkeran 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 2 karker jî bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê der barê hilweşîna di madenê de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 3 kes hatin binçavkirin.