Li Sêrtê dîlgirtina Guven hate protestokirin

Dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Sêrtê hate protestokirin. Di çalakiyê de banga berxwedanê hate kirin.

Nerazîbûna li hemberî dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven didome.

Rêxistina HDP’a Sêrtê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê Siddik Taş, hevserok û rêveberên HDP’ê yên navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn.

Taş diyar kir ku bi fermana qesrê re Guven hatiye girtin û got, “Li her qada jiyanê li ser Kurdan êrîşeke mezin heye. Qeyyûm, fezleke, girtin, destgîrkirin, tacîz û tecawiz tiştên sereke ne. Desthilatdarî li hemberî van êrîşan nikare bi ser bikeve û ji ber wê jî êrîşên xwe zêde dike. AKP êrîşî Kurdan dike û dixwaze MHP’ê tatmîn bike. Lê çiqasî êrîş were kirin jî ev gel bi paş ve gav neavêt.”

Taş diyar kir ku girtina Guven darbeyeke siyasî ye û banga berxwedanê li hemû kesan kir.