Li Sêrtê 6 kes hatin girtin

Ji 15 kesên ku li Sêrtê hatibûn binçavkirin, 6 jê hatin girtin.

Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de li Sêrt, Êlih, Şirnex û Mêrdînê di avêtina ser malan de 15 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dozgeriyê jî kesên binçavkirî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê", "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kirin. Dadgeriyê jî Şukru, Berîtan û Ruzgar Beştaş û Lokman Acar û 2 kesên navên wan nehat hînkirin girtin. Resûl Altay, Serhat Altay, Firat Beştaş, Mûrat Beştaş û  5 welatiyên navên wan nehatin hînkirin bi şertê kontrolkirina edlî berdan.