Li Sêrtê 5 kes hatin destgîrkirin

Li Sêrtê di operasyonên qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.

Li taxên Ûlûs, Yenîmahalle û Çagli yên navneda Sêrtê, vê sibehê operasyoneke qirkirina siyasî hate kirin.

Bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Haydar Çagli, endamê meclîsa Şaredariya Sêrtê Mûsa Kûrhan, rêveberên berê yên HDP'ê yê Sêrtê Zekî Çalapkolû û Halîl Akinû kesekî navê wî nehate hînbûn hatin destgîrkirin.

5 kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.