Li Sêrt û Colemêrgê operasyonên qirkirina siyasî

Li Sêrt û Colemêrgê di operasyonên qirkirina siyasî de 3 kes hatin binçavkirin.

Rejîma AKP/Qesrê, bi operasyonên qirkirina siyasî her roj li Kurdistanê mirovan binçav dike û digire.

SÊRT

Rêveberê HDP'ê yê Bajarê Sêrtê Lokman Yildiz, ji bo şopandina rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş çûbû Enqereyê. Piştî ku ji Enqereyê vegeriya, li ber mala xwe ya li Sêrtê hate binçavkirin. Hat ragihandin ku bi îdîaya "heqaret li Serokkomar kiriye" der barê Yildiz de lêpirsîn hatiye vekirin.

COLEMÊRG

Li navçeya Gever a Colemêrgê jî 2 kes hatin binçavkirin. Walîtiya Tirk a li Colemêrgê ragihand ku welatiyên bi navê Ferhat Şendal û Nezmî Şendal, der barê bûyera kuştina keyayê gundê Qadiyanê Nûrettîn Altûn, hatine binçavkirin.

Her du kesên ji aliyê Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ve hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Geverê.