Li Serhedê ji ber berf û bagerê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarên Serhedê ji ber berf û bagerê rê hatin girtin û qeza çêbûn. Di qezayên ku çêbûne de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn.

Berf û bager bandoreke neyînî li ser bajarên Serhedê dike. Li deverên bilind bi qasî metreyekê berf bariyaye û rêyên bi sedan gundan û bi dehan navçeyan ên bi navendê re hatine girtin. Di encama qezayên trafîkê yên li Qers û Agiriyê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Li Erzirom, Agirî û Qersê ji bo perwerdeyê navber hate dayîn.

Ji ber barîna berfê û bagerê li Qersê 2 otomobîl û mînîbûseke gund qeza kirin. Qeza, li bihûroka Hanlarê çêbû û kesekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha yek jê pitik bi giştî 17 kes jî birîndar bûn.

Di heman demê de otobûsa rêwitiya navbera bajaran dike ya bi plakaya 61 S 1666 jî di navbera navçeya Bazîdê û navenda Agiriyê de ji rê derket û wergeriya. Di qezayê de ajokar jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

Ji ber barîna berfa zêde û bagerê ya li Mûşê, rêbeja di navbera Mûş-Pasûr-Amedê de bi demkî ji hatin û çûnê hate girtin. Xebatên ji bo rêwiyên di rê de asê mane didomin.

Makîneya kar a ku ji bo vekirina rêyên navçeya Avkevirê ya Agiriyê dixebitî jî wergeriya kendalê. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî winda bûn. Pezê ku xwediyên wan li gundê Dizmeydana Jorê ya navçeya Avkevirê biribûn ser avê, ji ber bagerê winda bûn. Li ser vê yekê gundiyan alîkarî xwestin. Li ser vê yekê makîneya kar a Îdareya Taybet a Bajar sewqî herêmê hate kirin. Makîneya kar ku operator Necatî Şen diajo, ji ber berfa zêde û bagerê tevî 3 kesan gêr bû kendalê.

Di encama xebatan de koman xwe gihandin makîneya kar, operator Necatî Şen ku bi giranî birîndar bûbû bi sedyeyê nêzî 500 metreyan derxistin jorê û gihandin ambulansê. Di heman demê de cenazeyê welatiyê bi navê Mûstafa Taşdemîr ku di makîneya kar de bû hate dîtin.

Necatî Şen ku bi birîndarî rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê jî tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.

Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Yasîn Taşdemîr û Raîf Aydin hatibûn destpêkirin ji ber bager û bahozê hatin sekinandin.