Li ser girtiyên Wanê sansûra Ocalan

Diyar bû ku li Girtîgeha Girtî ya Wanê ya bi Tîpa T’yê nûçeyên derbarê Ocalan û rexneyên li ser Erdogan têne birîn.

Ev çend hefte ne ku rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ nadin girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Wanê ya bi Tîpa T’yê. Dema ku rojnameyê didin jî nûçeyên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têne sansûrkirin. Nûçeyên derbarê Ocalan bi meqesê têne birîn û bi qelemê jî wêneyên Ocalan têne reşkirin.

REXNEYA LI ERDOGAN JÎ QEDEXE YE!

Di rojnameyê de nûçeyên rexneyî yên li ser Serokê Giştî yê AKP’ê Taytîp Erdogan têne birîn. Diyar bû ku ev nûçeyên wiha bi îdîaya ‘biçûkxistina rayedarên dewletê’ têne birîn.

Her wiha pirtûkên ku malbat dibine girtîgehê bi hinceta Rewşa Awarte nadin girtiyan, pirtûkên Weşanxaneya Aramê jî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve paş ve têne şandin.

HEVDÎTIN TÊNE QEYDKIRIN

Gelek girtî ji ber ku di dema hevdîtina parêzeran de qeyda kameryan têne kirin nikarin biçin hevdîtina bi parêzerên xwe re jî.