Li ser gelê Mexmûrê rîska jiyanî heye

Ji ber vîrûsa koronayê li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku ambargo li ser e, rîskeke mezin li ser civakê heye.

Li Kampa Mexmûrê ku ev 9 meh in ambargo li ser e, ji ber vîrûsa koronayê rîsekeke mezin heye. Ji Komîteya Karê Derve yê Kampa Mexmûrê Neda Mihemed Ehmed got, ji ber ambargoyê ti hazirî nehatine kirin, pirsgirêka zad û dermanan heye. Ehmed her wiha got ji hevdîtinan ti encam derneketiye, li kampê kesên yixtiyar û bi nexweşiyên kronîk hene û xwest ku ambargo were rakirin, alîkariya mirovî zû ji kampê re biçe.

'JI DANÛSTANDINAN TI ENCAM DERNEKET'

Piştî ku endamê MÎT'a Tirk Osman Kose 17'ê Tîrmeha 2019'an li Hewlêrê hate kuştin ambargo li ser Kampa Mexmûrê hate danîn. Ev 9 meh in ambargo li ser kampê heye, ku li kampê 12 hezar Kurd dijîn, bi zorê hewceyiyên xwe yên tendiristiyê û jiyanî dabîn dikin.

Ji ber vîrûsa koronayê ku her diçe berbelav dibe talokeyeke mezin li ser kampê çêdibe.

Neda Mihemed Ehmed got, wan ji bo ku ambargo li ser kampê rabe bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hev dîtine, lê ti encameke baş nestandine û bi bîr xist ku li kampê 12 hezar mirov hene, di nav wan dem mirovên yixtiyar û bi nexweşiyên kronîk hene û bi hêla vîrûsa koronayê re fikarên wan zêdetir bûn.

Ehmed diyar kir, "Di rûdaneke pêkan de wê dramek çêbibe. Em du caran bi waliyê Hewlêrê re axivîn lê belê em hîn nebûn bê ka çima ambargo li ser kampê hatiye danîn. Hewldanên me û hemû danûstandinên me yên ji bo rabûna ambargoyê bêencam man."

'ALÎKARÎ TÊ ASTENGKIRIN'

Ehmed her wiha got, ambargo ne tenê bi sînordarkirina derketin û ketina ji nav kampê ye, her wiha ambargoyeke psîkolojîk jî heye.

Ehmed got ji ber vîrûsê gelê kampê bifikar e, NY'yê statûyek daye kampê lê ji bo NY'yê ji sivîlbûnê derketine, NY berpirsyariya xwe bi cih nayîne, jiyana mirovên kampê tê piştguhkirin.

Ehmed diyar kir wan bi saziyên alîkariyê re dane û standine, ji wan malzemeyên paqijî û derman xwestine lê ji ber ambargoyê nahêlin ku ev alîkarî derbas bibe, hatin û çûna sendîkayan û rêxistinên mafê mirovan tê astengkirin.

Ehmed got, wan bi saziyên netewî û navnetewî re jî danûstandin kirine, hemûyan gotine ambargo ne hiqûqî ye û Mala Çavdêr a Mafê Mirovan raporek hazir kiriye û di raporê de hikûmeta xwecih hatiye rexnekirin lê dîsa ambargo nehatiye rakirin.

DR. UNVER: MALZEMEYÊN ME YÊ TIBÎ TÊRÊ NAKIN

Doktor Mihemed Unver jî got, PDK'ê ambargo li ser wan daniye, li nexweşxaneya wan derman nemane û ji bo ku derman bistînin jî nahêlin ku ji kampê derkevin, her roja ku diçe ambargoya li ser wan zêdetir dijdînin, ew bi derfetên xwe li dijî vîrûsa koronayê tevdîran distînin lê malzemeyên wan ên tibî têrê nakin.

Unver got,"Dibêjin li Hewlêr, Duhok û Kerkûkê tevdîran distînin. Lê ji bo kampa me ti gavê navêjin. Li dikanên me malzemeyên paqijiyê nemane. Ev 9 meh in ambargo li ser me heye. Malzemeyên me yên paqijiyê nemane.''

'70 KES LI KARANTÎNAYÊ TÊNE ÇAVDÊRÎKIRIN'

Unver got wan bi derfetên xwe navenda krîzê bi hemû sazî û dezgehan re ava kirine, kesên ku bi hin sedeman derketine derve û dîsa vegeriyane, ji bo tevdîrê dixin karantînayê, halê hazir 70 kes ji bo 14 rojan li karantînayê têne çavdêrîkirin lê pirsgirêka wan a cih, xwarin, vexwarin û nivînan heye. 

Unver her wiha got 70 kesên navborî mieyeneya wan hatiye kirin, heta niha li nav kampê ti weqayeke peyda nebûye.

'AMBARGO DIVÊ WERE RAKIRIN'

Dr. Unver bang li Neteweyên Yekbûyî, Iraqê û PDK'ê kir û xwest ku ambargo were rakirin û bang li saziyên navneteweyî û mafê mirovan kir ku demildest alîkarê ji kampê re bişînin.