Li Şengalê, gel ber bi kozikên çeteyên PDK'ê ve dimeşe
Bi hezaran kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê û Şengalê hatin Xanesorê, ber bi çeperên komên çete yên PDK’ê ve dimeşin. Welatiyên Suryanî jî, ku ji Rojava hatine, tevlî meşê bûne.

Girseya gel a ku duh ji Rojava bi armanca piştgiriya berxwedana Şengalê hat Xanesorê, piştî serdana Goristana Şehîdan û "Baxçeyê Serok Apo" îro jî li bajarokê Xanesorê kom bû. Li vir welatiyên ji Xanesorê, Serdeştê û gundewarên Şengalê jî tevlî girseyê bûn. Girseya ku li ber avahiya PADÊ’ê li hev civiya, alên YBŞ, YJŞ, PADÊ, TAJÊ, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Meclîsa Suryaniyan, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Meclîsa Êzidiyan, Mala Êzidiyan vekir.
Bi hezaran kes, piştre bi karwanekî ji 100 wesayîtî, ber bi kozikên çeteyên PDK'ê yên li navbera Xanesorê û Sinûnê hatine vedan, ketin rê.
Li pêşiya bajarokê Xanesorê, bi hezaran kes ji wesayîtan peya bûn û dest bi meşê kir. Di meşê de rêveber û endamên Meclîsa Hesekê, Kongreya Star, Meclîsa Suryaniyan, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Meclîsa Avakar a Şengalê, PAD’ê, TAJÊ, Tevgera Ciwanên Şengalê jî cihê xwe digirin.
Meşa ku jin, zarok, ciwan, pîr û kal bi rengên xwe cih digirin, berdewam dike.