Li Şemzînanê çalakiya gerîla
Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayan 6’ê Adarê li Şemzînanê li dijî artêşa Tirk çalakiyek lidar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayan 6’ê Adarê li Şemzînanê li dijî artêşa Tirk çalakiyek lidar xistine.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn: "6’ê Adarê di saet 14:00’an de hêzên me, li dijî leşkerên artêşa Tirk ku di navbera girê Keylek û Girê Sîvîr a Şemzînana Colemergê de rê çêdikirin, bi çekên giran çalakiyek lidar xistine.
Piştî çalakiyê leşker paş ve vekişiyan, di saet 16:00’an de dîsa ji bo kontrolkirina rê dubare ketin nava tevgerê. Carekî din gerîlayên me li dijî van leşkerên ku ketin nava tevgerê bi çekên giran êrîş birin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên derdora Girê Sor û qûntara wê bi obus û hewana bombardûman kirin. 6’ê Adarê saet li derdorî 11:30 heta 16:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk, devera Girê Ortê ya girêdayî herêma Metîna ya bi ser Herêmên Parastinê ya Medyayê bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmana dijwar ziyan gihişte bax û baxçeyên gundê Asê."