Li Semsûrê ji malbatekê 5 kes hatin kuştin

Li Semsûrê 5 kes ji heman malbatê bi çekê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li navçeya Besnî ya Semsûrê kesekî kekê xwe, bavê xwe, jinbira xwe û du biraziyên xwe bi çekê kuşt. Piştre jî hewl da xwe bikuje.

Bûyer roja Yekşemê li gorî dema herêmî saet 11'an qewimî. Kesê bi navê Salîh A. ê li gundê Ereglî yê Besniyê, di mijara parvekirina zeviyan de bi bav û kekê xwe re nîqaş kir û piştre bi debanceyê li wan reşand. Salîh A. piştre bi heman debanceyê gule berda serê xwe. Salîh A. ê bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir.

Li Tirkiyeyê kuştin û birîndarkirina bi çekan dema dawî zêde bûne. Li gorî parêzvanên mafên mirovan, desthilatdariya AKP'ê li şûna ku pêşî li rahiştina çekan bigire, hîn bêhtir teşwîq dike. Bi xala 121. a biryarnameya bi hejmara 696'an, pêşî li wê yekê hate vekirin ku bi taybetî sivîlên alîgirên hikumetê rahêjin çekê. Tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê bi 20 milyon kesî re çek hene.