Li Sêmalka berxwedan didome: Heta ku em cenazeyan nestînin em naçin

Berxwedana ji bo gerîlayên ku çekdarên PDK'ê li Xelîfan ew kirin kemînê û şehîd xistin didome. Malbatan diyar kirin heta ku cenazeyan bistînin wê çalakiya wan bidome.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo gerîlayên ku çekdarên PDK'ê li Xelîfanê ew kiribûn kemînê û şehîd xistin, 5'ê Cotmeha 2021'an li Sêmalka çalakî dane destpêkirin. Berpirs û endamên sazî û dezgehên Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî tevlî çalakiyan dibin.

Dayikên Aştiyê çûne Deriyê Sînor ê Sêmalka, wê sînor derbas bikin û nameyê bidin rayedarên PDK'yî.

Xebatkarên tendiristiyê yên Komîteya Tendiristiyê ya Herêma Cizîrê ku hatin ber sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê xwestin ku cenazayan demildest bidin.

Hevserokê Komîteyê Îkbal Salih axivî û got, ''Şehîdên me rûmeta me ne. Ti caran em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Em Komîteya Tendiristiyê û Heyva Sor a Kurd binpêkirina hikûmeta Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û em cenazeyên şehîdên xwe dixwazin. Em li çalakiya xwe rawestiyane. Heta ku em cenazeyên xwe bistînin em ê li vir bin û çalakiya xwe bidomîni. Li dijî vê îxanetê em yekîtiya gelan dixwazin. Ji ber ku ev îxanet wê were hilweşandin.''