Kurdistaniyên ku li Stavrapol û Çelyabînskê ya Federasyona Rûsya dijîn Newroz pîroz kirin. Di şahînetê de ku gelên cihê jî amade bûn banga hate kirin ku li Şengalê xwedî derbijevin û komkujiyên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
ANF
RÛSYA
şemî, 25 adarê 2017, 11:16
STAVROPAL
Li Stavropal li Salona Konsêrê ya Gagarîna Kurdistanî û nûnerên saziyên ji gelên din pêk tên hatin cem hev, piştî deqeyekê rêzgirtinê ya ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe dest dane, sînevîzyonek bi mijara Newrozê û Têkoşîna Azadiyê hate nîşan dan.
Li ser navê Tevgera Jina Kurd a Rûsya Nazê Bazoyeva axivî û got: ‘’Em Kurdistaniyên ku li federasyona Rûsya dijîn divê em piştgiriyê bidin Têkoşîna Azadiyê ya ku li Bakurê Kurdistanê tê dayin. Divê em komkujiyên AKP’ê yên bi mebesta şikandina vîna Kurd bi tundî şermezar bikin.’’
ÇELYABÎNSK
Li Çelyabînskê Kurdistanî hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Newroz li Salona Fîlman a Kîrovets Teatre bi tevlêbûna Komeleya Gel a Çelyabînskê û nûnerên tevgera ciwanan û nûnerên gelê dî, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û piştre jî sînevizyonek bi mijara têkoşîna azadiya Kurd hate nîşan dan.
Siyasetmedarê Kurd Adîl Cotkar di bernameyê de axivî û got, ‘’Kurd li her devera ku lê ne wê li nirxên xwe yên netewî xwedî derbikeve.’’
Piştre Li ser navê Saziya Êzdiyan, endamê KNK’ê Sevdîn Azad axivî behsa êrîşa PDK’ê ya bi hevkariya AKP’ê ya bi ser Şengalê de kir û got, ‘’Bi van êrîşên ku piştî êrîşên DAIŞ’ê pêk hatî em dibînin ku li ser Êzîdiyan polîtîkayên komkujiyê berdewam dikin. Di serî de hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên navdewletî divê Xweseriya Demokratîk a Şengalê nas bikin. Divê hêza gewherî ya Şengalê YBŞ-YJŞ’ê nas bikin.’’