Li Rûbarokê liv û tevgera leşkerî ya ji bo dagirkeriyê

Hate ragihandin, dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya xwe ya li herêma Bradostê mayinde bike, leşkerên xwe berdaye nava xaka Rûbarokê.

Dewleta Tirk a dagirker par li Başûrê Kurdistanê li herêma Bradostê dest bi êrîşên dagirkeriyê kiribû. Ji bo ve hewldana xwe ya dagirkeriyê ber bi Xakurkê ve berfireh bike, şeva 27-28'ê Gulanê leşkerên xwe danî ser Çiyayê Şekîfê û Girê Şehît Dervîş ê li binê girê Lêlîkanê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta Tirk dixwaze hêzên xwe yên leşkerî yên berê li Rûbarokê bi cih kir berde herêmê û bi vî rengî ji bejahî ve dest bi berfirehkirina êrîşên xwe yên dagirkeriyê bike.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk dixwaze leşkerên xwe ji Rûbarokê berde herêmê, ji gundê Bermize û herêma Kevortê bigihîne Geliyê Şêx Zade ku li qada di kontrola PDK'ê de ye.

Geliyê Şêx Zade di şerê sala 1992'an de ku weke Şerê Başûr di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de tê bîranîn, ji aliyê pêşmergeyên PDK û leşkerên Tirk ve hatibû kontrolkirin.