Li Rojhilatê Tebqayê şer: 13 çete hatin kuştin

Li rojhilatê Tebqayê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar rû didin. Di şer de heta niha 13 çete hatine kuştin.

Operasyona rizgarkirina bajar û Bendava Firatê Tebqa bi hemû dijwariya xwe berdewam e. Şervanên QSD’ê bersiva êrîşa çeteyan a li ser sivilan da û bi dehan çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê îro di seetên ber nîvro de ji gundê Ebad ê li rojhilatê Tebqayê, bi topên hawanê êrîş bir ser gundiyên Safsafah ên ku di çadiran de diman. Di topbarana çeteyan de herî kêm 20 sivil birîndar bûn. Şervanên QSD’ê sivîlan bi derfetê xwe rakirin nexweşxana xwe yên leşkerî û derman kirin.

Li ser êrîşê şervanên QSD bi armanca parastina sivilan ketin nava liv û tevgerê. Bi bersivdayîna şervanan re li herêmê şer derket. Di şer de  heta niha  herî kêm 13 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.