Li Rojhilatê Kurdistanê pêla destgîrkirinê dewam dike

Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, ku hejmara xwendekarên zanîngehê û çalakvanên sivîl ên li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin gihîştiye 25 kesî.

Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 8 û 9'ê Çileya 2021'ê de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên sivîl ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine destgîrkirin.

Heman saziyê doh diyar kir ku ev hejmar gihîştiye 25 kesî.

Li gorî agahiyan, xwendekar û çalakvanên sivîl li bajarên Kerec, Mahabad, Rebet û Merîwanê hatine destgîrkirin.

Navê hinek kesên hatine destgîrkirin wiha ye:

Suheyb Badruc, Ferzad Silêman, Salar Rehewî, Derya Talebanî, Şepol Xizrî, Efşîn Mam Ehmedî, Sîrwan Nurî, Îman Ebdî, Soran Hisên Zade, Behman  Yusif Zade, Ferhad Musapur, Ferîdûn Musapur, Zayar Muetemedî, Sîrwan Kerîm Nejad, karwan Mînuyî, Karo Elîdad, Ezîme Nasrê, Cebar Pîrozî, Silêman Edwaî, Ekrem Edwayî, Siyamek Edwayî, Aram Yusif.

Heya niha nayê zanîn bê ka kesên hatine destgîrkirin, li ku têne ragirtin.

Di vê navberê de Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxwaznameyekê bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku bi rengekî lezgîn li rewşa kesên hatine destgîrkirin bipirsin û bal kişand ser metirsiya êşkence û windakirina wan kesan.