Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hate qetilkirin

Hêzên dewleta Îranê li herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê êriş birin ser komek ji kolberan. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê di 1'ê Cotmehê de li nêzî gundê Darkî yê qada Tete ya herêma Hewremanê, hêzên dewleta Îranê êriş birin ser komek ji kolberan.

Di êrîşê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, hejmarek ji kolberan jî birîndar bûn.

Hêzên dewleta Îranê heman rojê li herêma Nudşe ya Pawe ya ser bi herêma Kirmaşanê êriş birin ser komek ji kolberan. Hate ragihandin ku di êrîşê de kolberek birîndar bûye.