Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hate kuştin
Li bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê di encana êrîşa pasdarên Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê di encana êrîşa pasdarên Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Merîwanê ku li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, pasdarên Îranê êrîşî kolberan kir.
Di vê êrîşê de ku li herêma Mergur a nêzî gundê Şikil Ebadî pêk hat, kolberê bi navê Reşîd Mihemed Elî yê 34 salî hate kuştin.
Cenazeyê Reşîd Mihemed Elî rakirin morga Nexweşxaneya Ûmrê.