Li Rojhilatê Kurdistanê di nava 2 rojan de 11 kes hatin destgîrkirin

Hêzên dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê di nava 2 rojan de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û aktîvîstên civakî destgîr kirin.

Li gorî Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê, rojên Yekşem û Duşemê li Rojhilatê Kurdistanê 11 xwendekarên zanîngehê û xebatkarên civakî hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku ev kes li bajarên Kerec, Mahabad, Rebet û Merîwanê hatine destgîrkirin.

Li gorî heman çavkaniyê, navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne:

"Ferzad Silêman, Suheyb Badruc, Şepol Xizrî, Derya Talebanî, Selar Rehuî, Sîrwan Nurî, Efşîn Mam Ehmedî, Behman Yusif Zade, Ferhad Musapur, Ferîdun Musapur û Dana Semedî."

Sedema destgîrkirinê nehate hînbûn, her wiha nayê zanîn ku 11 kes bi ku ve birine.