Li Rihayê ji bo mehekê çalakî hate qedexekirin
Walîtiya Rihayê, bêyî ku hincetekê eşkere bike, ji bo 30 rojî çalakî û xwepêşandan qedexe kir.
Walîtiya Rihayê, bêyî ku hincetekê eşkere bike, ji bo 30 rojî çalakî û xwepêşandan qedexe kir.
Li Rihayê, ji sibe û pê ve heta 27'ê Adarê biryar hate dayin ku qedexe û çalakî bên qedexekirin.
Li gorî biryarê kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, danîna standan, vedana kon, belavkirina belavok/broşuran, daliqandina afîş û pankartan û hwd. li Riha û navçeyên wê hatine qedexekirin.