Li Rihayê ji bo DBP û HDP’yiyan cezayê girtîgehê hate dayîn

Li Rihayê ji bo siyasetmedarên Kurd ji 7 salan heta 9 salan de cezayê girtîgehê hate dayîn.

Li Rihayê doza têkildarî siyasetmedarên HDP’yî ku 12’ê Kanûna 2016’an hatibûn girtin, îro rûniştina biryarê ya dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hat. Daxuyaniyên çapemeniyê, beşdarbûna cenaze û taziyeyan hincet hatin nişandian û ji bo 3 girtî û 5 kesên ku dihatin darizandin, ceza hate dayîn.

Ji siyasetmedaran Encumenê Şaredariya Bozova ya DBP’yî Bayram Aslan 7 sal 10 meh û 15 roj, ji bo rêveberê berê yê Rêxistina Navçeya Wêranşar a DBP’ê Mahmût Kaya 8 sal û 6 meh, ji bo hevserokên berê yên HDP’yî Mehmet Çîçek û Mahîde Kûrttekîn 9 sal, ji bo hevseroka navçeyê ya berê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî salek û 8 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.

Heyeta dadgehê bersûç Ozbingol û Aslan ne tê de, ji bo hemû siyasetmedarên din biryara dewama ragirtinê da.