Li Rihayê civînên ‘Dema azadiyê’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku di bingeha pirsgirêkan de doza Kurdan heye. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe.

Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya kampanyaya ‘Dema Azadiyê ye’ de hevdîtina bi gel re ya duyemîn li Pirsûs a Rihayê pêk anî. Hevdîtin li Eywana Konferansê ya Şahîn Bînîcî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pirsûsê çêbû. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên Rihayê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li hevdîtinê bûn. Pankartên wek “HDP Denîz e û Denîz ti carî xelas nabin”, “Denîz Poyraz nemir e” û “Jina azad jiyana azad e” hatibûn daliqandin.

Di hevdîtinê de kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û piştre jî Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ziya Çalişkan axivî. Çalişkan qala girîngiya dîroka têkoşînê ya Pirsûsê kir.

Piştre jî Aydenîz axivî û wiha got: “Em niha li Kurdistanê ne û ez ê bi zimanê Kurdistanê anku bi Kurdî biaxivim. Em dixwazin bi saya van hevdîtinan gund bi gund bigerin û bi gel re biaxivîn bê ka li dijî pişaftin û zextê em dikarin bi hev re çi bikin. Pirsûsê di rojên zehmet de çawa li ber xwe dabe, dê îro jî bi heman rolê rabe.” 

BI BERXWEDANA KOBANÊ RE ‘XEYALÊN OSMANIYAN’ TÊK ÇÛ

Aydenîz balkişand ser biryarên Lijneya Ewlekariyê ya Milî (MGK) û wiha domand: “Plana Çokşikandinê di 30’ê Cotmeha 2014’an de dest pê kir. Ev plan, bingeha xwe ji polîtîkaya înkarê ya 100 salan digire. Berdewamiya Plana Islehkirina Şerqê ye. Xwestin wê planê nûjen bikin. Xwestin çand û zimanê Kurdan tune bikin. Lê bi berxwedana Kobanê re ‘Xeyalên Osmanî’ hatin hilweşandin. Ji bo ku tola DAIŞ’ê û têkçûna van xeyalan hilînin, zextên heyî zêdetir kirin. Xwestin vê jî bi Plana Çokşikandinê pêk bînin. Yên ku ev plan xistin dewrê xwestin bêhnê li tevgera azadiyê ya Kurd biçikînin lê ew bi xwe hatin ber tunebûnê. Bi Plana Çokşikandinê re siyasetmedarên demokrasîxwaz dîl girtin. Heta niha 10 salan carekî darbe dihatin kirin. Bi vê planê re êdî mekanîzmaya darbeyê her sal dikeve meriyetê.”

SEDEMA KRÎZA ABORÎ DI ISRARA POLÎTÎKAYA ŞER DE YE 

Aydenîz bi domdarî got ku Plana Çokşikandinê vala hatiye derxistin lewma jî roj bi roj tecrîd tê girankirin. Aydenîz wiha domand: “Ev tecrîd ji ewil li Îmraliyê dest pê kir û niha li her deverê belav bûye. Sedema krîza aborî, israra di polîtîkaya şer de ye. Lê heke birêz Ocalan biaxive, ev krîz dê bi dawî bibe. Me berê jî şahidiya vê rastiyê kir. Bi axaftina birêz Ocalan re aştî hat, aramî hat. Desthilatdarî êdî di her qadê de têk diçe. Ger tecrîd giran bibe, şer jî dê gurtir bibe. Ji vê jî ne tenê Kurd, hemû gel dê jê bandor bibin. Sekna li dijî şer peywira her kesî ye.” 

Piştre jî Aydenîz bal kişand ser zextên li ser girtiyan û ev tişt anî ziman: “Sepanên dijmirovî di meriyetê de ne. Înfazên girtiyan tên şewitandin, girtiyan îşkence dikin û zexta li ser wan giran dikin. Lê zexta çiqas giran dikin bila bikin dê hevalên me dev ji têkoşîna xwe bernedin. Hewce ye em jî dengê wan bigihînin her derê.” 

DIVÊ PDK CENAZEYAN BIDE MALBATAN

Saliha Aydenîz destnîşan kir ku li ser jinan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin lê di her qadê de jin dê li dijî vê polîtîkayê li ber xwe bidin.  Aydenîz di berdewamê de qala polîtîkaya PDK’ê kir û wiha peyîvî: “Ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe, dayikên Kurd ev 26 roj in li Deriyê Sînor ê Semelkayê çalakiyê dikin. Divê PDK cenazeyên zarokên wan radestî wan bike. Ya ku PDK dike, Tirkiye jî dike. Divê rojek beriya rojekî ev şerê qirêj bi dawî bibe. Heke PDK wiha berdewam bike, dê li her çar parçeyan jî rastî bertekên gel bê. Hewceye di vê pêvajoya dîrokî de em rêya sêyemîn ava bikin.” 

YÊN KU KURDAN QEBÛL NAKIN, EM JÎ WAN QEBÛL NAKIN

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser qirkirinên ser Kurdan. Berdan got ku gelê Kurd jî dixwaze bi gelên din re wekhev bijî û wiha domand: “Lê ev daxwaza wan bi qirkirinê bersivandin. Mirov dikare Plana Islehkirina Şerqê wek destpêka van qirkirina qebûl bike. Lê Kurdan bi serhildan û bedelên giran li ber xwe dan. Xwestin di serhildana Şêx Seîd de, li Dêrsimê, li Zîlanê Kurdan tune bikin. Bi kuştina pêşengên Kurdan re digotin qey Kurd tune kirine. Lê ev têkoşîn bi birêz Ocalan re hêj bêhtir mezin bû. Em vê pergalê qebûl nakin. Partî û şexs diguherin lê zilm berdewam e. Yên ku Kurdan qebûl nakin, Kurd jî wan qebûl nakin. Em ê heta dawiyê gelên xwe biparêzin.” 

Berdan Ozturk axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdan ti carî li ber polîtîkaya tunekirinê serê xwe netewandin. Heke ev pergala wan berdewam bike, ne tenê du partî dê temamiya pergala wan tune bibe. Birêz Ocalan rêya çareseriyê nîşan daye. Ew rê jî Makeqanûna Demokratîk e. Bi makeqanûneke demokratîk dikare pirsgirêka wekheviyê bê çareserkirin. Ji bilî vê rêyeke din nîne. Demek berê tezkere ji meclisê derket. Gelek dewlet niha ji we re dibêjin dagirker. Di vê rewşê de kî winda dike? Hewce ye em hemû bi hev re li dijî van hewldanên şer derkevin. Kurd êdî ne Kurdên sed sal berê ne. Rewşa aboriyê li ber çavan e û desthilatdarî dixwaze bi şerê li dijî Kurdan re emrê xwe dirêj bike. Lê em xwedî wê hêzê ne ku têkoşîna xwe bidomînin. Êdî rewşeke wisa li holê ye ku bêyî Kurdan kesek nikare li Rojhilata Navîn gavekê biavêje.”

Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî û bi pêşniyarên ji bo ‘Kampanyaya Azadiyê’ berdewam dike.