Li Rihayê 10 kes hatin girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ya li navenda Rihayê pêk hat, li 10 bajaran avêtin ser malan, 10 kes hatin girtin.

Di operasyona qirkirina siyasî ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hate kirin, ku navenda wê Riha, li Sêrt, Amed, Mêrdîn, Hatay, Osmaniye, Edene, Çorûm, Ûşak û Stenbolê di serdegirtina malan a 11’ê Sibatê de ji 10 kesên hatibûn destgîrkirin her 10 kes hatin girtin.

Mehmet Îdîlkûş, Mehemt Resûl Demîr, Serhat Kotlûk, Kazim Bîrdal Tufekçî, Kerem Gezer, Kenan Karataş, Demîr Oral, Hidir Yildizhan, Diyar Saraç û kesekî ku navê wî nehate zanîn piştî îfadeyên li emniyetê sewqî Edliyeya Rihayê hate kirin, bi îdîaya ‘endamiyat rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin.

Her 10 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.