Li Ranyayê tecrîd û êrîşên kîmyewî hatin protestokirin

Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ê Têkoşer bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên bi çekên kîmyewî protesto kirin.

Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ê Têkoşer li Parka Derwaze ya Ranyayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên bi çekên kîmyawî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan Agir Raperîn axivî û got: “Ev 10 mehin dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî li dijî gerîlayên azadiyê bikartîne û komkujiyê pêk tîne. Em van êrîşan şermezar dikin û em ê li beramberî van êrîşan bêdeng nemînin.”

Raperîn bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda li ser Rêber Apo giran bûye, ev du sal in tu agahiyek ji Rêber Apo nayê girtin. Sedema girankirina tecrîdê jî ji ber binketina wî ya di şerê li dijî gerîla de ye ku nizane çawan binkeftina xwe veşêre.”