Li Ranyayê hêzên asayîşê êrîş birin ser gel: Bi dehan kes birîndar bûn

Hate îdîakirin ku li Ranyayê çalakgeran avahiya komîteya YNK’ê dane ber êgir, di encama êrîşên hêzên asayişê de bi dehan kes birîndar bûne.

Li navçeya Ranya ya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê çalakî didomin. Tê gotin ku çalakgeran avahiya komîteya navendî ya YNK’ê şewitandine.

Di encama êrîşa hêzên asayîşê de bi dehan kes birîndar bûn.

Girseya gel berbi avahiya boruya PDK'ê ve dest bi meşê kirin.