Li Ranya û Çemçemal xwepêşandan didomin

Xwepêşanderên ku ev 5 roj in li navçeyên Ranya û Çemçemal yên Silêmaniyê daketine qadan, çalakiyên protestokirina polîtîkayên hikûmetê dewam dikin.

Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê ku di roja 5’an de ne, li navçeyên Ranya û Çemçemal bê navber dewam dike.

Li Ranyayê di saetên sibê de bi hezaran xwepêşander çûn serdana gorên du kesên di xwepêşandanan de şehîd bûne. Piştre jî li navendê kom bûn, çalakiya xwe domandin.

Xwepêşanderên ku bi rojane li Ranya daketine qadan diyar kirin ku wê çalakiyên xwe yên protestoyî bidomînin.

Li Çemçemalê jî xwepêşanderên ku li cihê Sûkê kom bûn jî çalakiyên xwe domandin. Girseya ku kom bûne dirûşmên “Dawî li hikûmeta ku ev 26 sal in li ser erkê bînin” û “Hikûmet îsifa bike” qîr kirin.