Li Qursa Quranê ya li Mûşê êrişên zayendî li zarokan tê kirin

Piştî ku zarokê 12 salî M.H.Y. li qursa Quranê hatibû darvekirin, derket holê ku li qurseke din a Quranê jî êrişa zayendî li zarokan hatiye kirin.

Li Qursa Quranê ya li Taxa Karşiyakayê ya Mûşê zarokê 12 salî M.H.Y. li destikê deriyê tiwaletê hatibû darvekirin. Malbata zarok diyar kir ku zarokê wan xwe nekuştiye û zarokê wan bi qestî hatiye kuştin.

Li qursên Quranê yên li bajêr tu kontrol tune û li qursan îstîsmarên zayendî û xwekuştin zêde bûye. Li gorî gotinên gundiyan ser gelek êrişên zayendî tê girtin.

ÊRIŞA ZAYENDÎ LI 3 ZAROKÊN KUR HATE KIRIN

Li gundê Kodê ya Korkûta Mûşê sala borî li qursa Quranê êrişên zayendî hatibû kirin. Bi sedan zarok diçûn qursê û êrişa zayendî li sê zarokan hatibû kirin. Piştî bûyerê gelek malbatan zarokên xwe ji qursa Quranê stendin. Îddîayeke din a gundiyan ev e ku bi gotinên ‘Em perwerdehiya lîseyê didin’ zarok tên xapandin û wan dibin qursa Quranê. Li gorî gotinên gundiyan li qursên Quranê gelek êrişên zayendî tê kirin û zarok cesaret nakin ku qala bûyerê bikin.

Yek ji van zarokan ji dêya xwe re qala rewşê kir. Piştî gotinên zarok xoceyê qursa Quranê ya 22 salan hate girtin û ew şandin Girtîgeha Mûşê. 

Ev bûyer ji çapemeniyê hate veşartin û zext li malbatê hate kirin. Malbatê dema ku serî li Muftîtiya Bajêr a Mûşê da, rayedarên Muftîtiyê got “Va ye zilam hatiye girtin, ma hûn çi dixwazin? Vê meseleyê jî dirêj nekin.” Dema ku zarokê bi navê D.K. li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal weşand, zext li malbata wî hate kirin û ew parvekirin hate rakirin.Gundiyên ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin xwestin ku bila mudaxeleyî qursa Quranê were kirin.

Li qursa Quranê nêzî 500 zarok hene û tirba Şêx Yûsûfî Kodî jî li wir e.