Li Qoserê daxuyaniya girseyî: Divê deriyê Imraliyê vebe

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz li Qoserê axivî û got, ''Divê deriyê Imraliyê were vekirin. Tecrîd demildest were rakirin.''


Bi çarçoweya bernameya ''Dem dema yekîtiya netewî û azadiyê ye'' ku ji hêla KCD'ê, DBP'ê û HDP'ê ve hatî destpêkirin li Qoserê ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

Beriya ku daxuyanî were dayin polîsên Tirk ji bo ku daxuyaniyê asteng bikin ketine pozîsyoneke derasayî. Bi hinceta qedexeya 15 rojan a Walîtiya Mêrdînê ya çalakiyên li bajêr wesayît hatine sekinandin û nasname têne kontrolkirin, nahêlin ku wesayitên HDP'yiyan têkevin bajêr.

Meydana Azadiyê ku daxuyanî lê bihata dayin polîsan bi bend û wesayitên zirxî dorpêç kirin. Li ser vê Hevseroka DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenter û dilxwazên partiyê li ber avahiya navçeyê ya partiyê daxuyanî dan.

Aydenîz got, ''Ji bo yekîtiya me ya netewî, demokrasî, ji bo ku polîtîkayên tecrîdê yên li Tirkiyê, polîtîkayên qeyûm nekeve şeklê rêveberiyê ev heftiyeke em li Mêrdînê ne, têdikoşin.''

Aydenîz bi berdewamî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Em ji van dîmenên li Qoserê dibînin, tecrîda li Imraliyê li hemû Tirkiyê berbelav bûne. Ji ber vê divê deriyên Imraliyê vebin. Ji ber ku heta ku tecrîd bidome polîtîkayên şer têne girankirin, li Tirkiyê krîza aborî giran dibe, binpêkirina mafan li girtîgehan zêde dibin, hemû girtîgeh dibin weke girtîgeha Imraliyê. Ji ber vê heke tê xwestin ku Tirkiye demokratîk bibe, ji bo ku krîza biqedin divê deriyê Imraliyê were vekirin. Pêşî divê tecrîda li ser Rêzdar Abdullah Ocalan rabe. Ji ber ku kengî gotinên li ser demokrasî û azadiyê yên Rêzdar Abdullah Ocalan berbelav dibin, bêhna Tirkiyê hatiye ber, aştî çêbûye. Demildest divê tecrîd were şikandin.''

Aydenîz bi berdewamî bal kişande grêva birçîbûnê ya li zindanan ku li dijî tecrîdê didome û got, li dijî polîtîkayên tecrîdê ew ê berxwedanê tenê bi hêviya rehîneyên siyasî ve neyê hiştin, gel, siyasetmedar jî wê têbikoşin.

Aydenîz her wiha bal kişande êrîşên ser HDP'ê yên piştî HDP'ê û got, ''Pêşî hûn ê hesabên Garê bidin. Hesabê Roboskî, Cizîr û Sûrê bidin. Piştre hûn ê biaxivin. Bes li pêşiya siyaseta demokratîk bibin asteng.''

Aydenîz herî dawî bal kişande ser rageşiyên nav Kurd û got, di van rageşiyan de aktorê sereke dewleta Tirk e û got, ''Kurd divê qet malzmeyan nedin dest wan. Dem dema yekîtiyê ye. Dem dema parastina destkeftiyan e. Dema dema geşkirina demokrasiyê ye.''