Li Qersê di doza 'êrîşa zayendî' de bersûc hatin cezakirin

Di doza êrîşa zayendî de ya li dijî jineke ciwan a astengdar hate kirin, ceza hate birîn.

Li navçeya Qaxizman a Qersê, di doza êrîşa zayendî de ku li dijî jineke 23 salî ya ji mejî ve astengdar hate kirin, biryara bi hincet hate dayin.

Rûniştina dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê pêk hat û ji girtiyan dayika D.Î. ya astengdar S.Î., xaltîka wê E.Î. her wiha M.D., A.Ş., B.A., E.Ş., F.A., M.T., T.Ç., M.A., S.B., V.G. û C.B. amade bûn. Bersûcan sûcdarî qebûl nekirin û xwestin bê berdan. Li bersûcan ji 17 sal 6 mehan heta 30 salan cezayê girtîgehê hate birîn.

Hate ragihandin, dayik û xaltîka D.Î. ya mexdûr, di berdêla pere de D.Î. xistine nava fûhûşê û ji ber ku D.Î. ji aliyê mejî ve astengdar e, îdîaya ku digotin 'bi daxwaza xwe têkiliya zayendî kiriye' nehate qebûlkirin.

Heyeta dadgehê 30 sal li dayik û xaltîka wê S.Î. û E.Î birî. Li bersûcên din C.B., A.Ş., B.A., E.Ş., F.A., M.T., T.Ç., M.A., S.B., V.G. 21 sal, li M.D. jî 17 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Malbata jina astengdar Sibata 2018'an li Qersê keça xwe bir doktor û li wir eşkere bû ku jin ducanî ye. Jina bi navê D.Î. ku 50 ji sedî rapora wê ya astengdariya mejî heye, bi rêya psîkologan îfadeya wê hatibû wergirtin. Di encamê de ji ber êrîşa zayendî û îstîsmarkirinê dayik û xaltîka wê jî di nav de 27 kes hatibûn destgîrkirin. Jin a ciwan hate parastin û 8 kes hatin girtin.