Li Qersê çalakiya sabotajê, li Şirnex û Bedlîsê şer

HGP ragihand ku li Qersê di çalakiya sabotajê de 4 leşker hatine kuştin, li Qilebanê 2, li Bedlîsê jî gerîlayek şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiya sabotajê ya li Qersê û şerê li Qileban û Bedlîsê daxuyanî da.

Agahiya di malpera fermî ya HPG’ê de wiha ye:

LI QERSÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

‘’11’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Dêra Sor a navçeya Kaxizmanê ya  Qersê operasyonek da destpêkirin. Hêzên me li eyaletê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê dane destpêkirin, heman rojê saet 15.00’an li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker li girê Horozê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin, 1 leşker jî birîndar bûye.

LI ŞIRNEX QILEBANÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

11’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li Qilebana Şirnexê li qada Kêla Memê operasyonek da destpêkirin. Heman rojê saet 08.00’an û 11.00’an hêzên dagirker bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov, bi helîkoptêrên êrîşê atakê û balafirên şer Gundê Mêhrê, Girê Bayrak û Sînek û geliyê Mehrê bombe kirin. Piştî bombekirinê bi helîkoptêrên skorskyê leşker daxistina qada operasyonê. Hêzên dagirker hin gundiyên Mêhrê destgîr kirin û zext li ser wan kirin. Di êrîşa hewayî de 2 hevalên me şehîd bûne, hevalekî me jî bi birîndarî hêsîr ketiye destê dijmin. Operasyon 12’ê Tîrmehê ber bi beyaniyê ve qediyaye. Dema ku agahiyên sicîlê yê hevalên me yên şehîd zelal bûn, em ê bi raya giştî re par ve bikin.

LI BEDLÎSÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

11’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li Bedlîsê, li qada Şêx Cuma operasyonek daye destpêkirin. Operasyon bi desteka amûra hewayî ya bêmirov berdewam kir, artêşa TC’ê ya dagirker derengiya şevê heta bi 12’ê Tîrmehê zinarên Şehîd Avareş, Kaniya Şehîdan û geliyê Îsyanê bombe kir. Di vê bombekirinê de hevalekî me şehîd bû, hevalekî me jî bi birîndarî hêsîr kete destê dijmin. Opersyon 12’ê Tîrmehê bi dawî bû. Dema ku agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd zelal bû wê bi raya giştî re were parvekirin.’’