Li Qers û Erzîromê lehî rabû
Li navçeya Qamûşan a Qersê û navçeya Narmanê ya Erzîromê lehî rabû. Lehiyê xisareke mezin li herêmê kir û gelek heywan mirin.
Li navçeya Qamûşan a Qersê û navçeya Narmanê ya Erzîromê lehî rabû. Lehiyê xisareke mezin li herêmê kir û gelek heywan mirin.
Li gorî agahiyan, ji ber lehiyê li gundê Înkaya yê navçeya Qamûşanê çem di ser re çû. Jİ ber lehiyê nêzî 30 heywanên li gund mirin, du wesayit li ber avê ketin û pirek li ser çem hilweşiya.
Rêya bejahî ya navbera Oltû-Narmanê ya Erzîromê jî ji bo demekê li trafîkê hate girtin.