Li Qendîlê Newroz ku deh hezar kes beşdar bûn bi dawî bû
Newoza Qendîl a ku deh hezar kes beşdarbûn, bi dirûşman ve bi dawî bû.
Newoza Qendîl a ku deh hezar kes beşdarbûn, bi dirûşman ve bi dawî bû.
Li rexmê astengiyên îsal ên hêzên PDK’ê û hewaya sar jî bi hezaran welatiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dervey welat ji bo pîrozbahiya Newrozê herîkîn Qendîl, bi coş Cejna Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiya li Binarê Qendîlê di saet 11:00'an de bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdsitanê destpê kir. Piştre peyamên KCK'ê, Komela Jinên Kurdistanê (KJK), Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK), Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Tevgera Goran, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê û Hêzên Parastina Gel (HPG) hatin xwendin. Di peyaman de banga yekîtiya netewî hate kirin û cejna Newrozê li hemû Kurdan hate pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de Hunermend Berhem Şemamî, Casim Cas, Bêrîvan û Berman, Koma Ararat, Koma Rojyar, Koma Sunya û Koma Şehîd Serhed serketin ser dikê û berhemên xwe pêş kêş kirin. Gel jî govend gerand.
Newroza Qendîlê bi rexmê barana zêde jî bi coş berdewam kir û di saet 16:00'an de bi dirûşm û govendê bi dawî bû.