Li Qendîlê komkujiya li Kortekê hate şermezarkirin

Gelê binarê Qendîlê komkujiya dewleta Tirk a li Kortekê şermezar kir.

Li cihê komkujiyê çalakî hate kirin û hate gotin, ''Em gelê Kurd divê wiha zanibin, komkujiya Kortekê ji ya Şengal, Efrîn û Şeladizê ne cihê ye. Dewama eynî siyasetê ye''.

Gelê binarê Qendîlê ji bo ku komkujiya dewleta Tirk a li Kortekê, ku 3 jê sivîl 5 welatî bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bûbûn şermezar bike, li cihê komkujiyê kom bû.

Di çalakiyê de gelek kes hazir bûn, bi dirûşmeyan hate gotin, ''Şehîd namirin'', ''Terorîst Erdogan'', ''Birûxe dagirkerî''.

Piştre li ser navê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Hestiyar Mûsa daxuyaniya çapemaniyê xwend.

Mûsa got dema ku dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê zêde kirine ev komkujî bûye, dewleta Tirk dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike, bal kişande ser bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê ya li bara êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Bradostê û baregehên leşkerî yên Tirk ên li herêmê û got, ''Ev jî ji komkujiyan re zemînê çêdike''. Her wiha hate gotin, ''Em gelê Binarê Qendîlê komkujiya dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin. Em Kurd divê zanibin, komkujiya Kortekê ji ya Şengal, Efrîn û Şeladizê ne cihê ye, berdewamiya eynî siyasetê ye.''

Dawiya daxuyaniyê bang li hemû gelê Kurd û nemaze gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku bi giyanê Şeladizê li dijî êrîşên dagirker û komkujiyan rabin ser piyan.