Li Qendîlê demsala Simaqan..

Li Qendîlê demasala berhevkirina simaqan destpê kir. Şêniyê gundên Qendîlê: “Ev jî çandeke Kurdewarî ye, ji bo wê em her tim girîngî pê didin.”

Her sal vê demsalê niştecihên herêma Qendîlê dest bi berhevkirina berên xwezayî dikin. Yek ji van berên sûdewar jî simaq e. Şêniyên herêmê wiha qala sûdewariya simaqê dikin: “ Ji ber xwezayî ye, ji bo tendirustiym jî gelek baş e. Ji bo wê em piranîya xwarinên xwe jî bi wê çêdikin.”

Dayîka Fatim Mehmûd ya ji gundê Sînemokanê ye, ji bo komkirina simaqê wiha dibêje: “Niha em di meha nehan de ne. Di vê mehê de şêniyên herêmê dest bi berhevkirina simaqê dikin. Em simaqê dixin nava xwarinên weke kutilk, belg, pirpar, karî, dolme û gelek xwarinên din.. Êdî em ber bi werza payîzê ve diçin şêniyên gundan jî, ji simaqê bigire heya hinaran, gûz, hejîr û gelek berhemên din hişk dikin û amadekariya zivistanê dikin.”

Dayîka bi navê Rabî Hemed jî ji bo amade kirina simaqê: “Em despêkê simaqê berhev dikin û pelên wê dineqînin. Piştre li cihê ku tav lê dide, radixin. Piştî çar pênc rojan jî ser vedikin û ji bo xwarinên curbicur radikin.”

Ciwana bi navê Rengîn Hesen jî bal dikişine li ser karên werza payîzê û wiha dibêje: “Em niha ligel nasên xwe hatine simaqê berhev dikin. Li gundan piraniya kar ji bo bi hev re tê kirin, gelek keyfa min jê re tê. Carina em diçin bajaran jî, lê jiyana gundan xweştir e. Lewre em her karekê bi awayeke komunal dikin û berhemên derdikevin jî bi hevre parve dikin.”

Welatiya bi navê Soran jî wiha dibêje : “Hema hema hemû şênîyên gund simaqê wan hene. Yên ku simaqê wan kêm be, ji bo mala xwe berhev dikin, lê yên ku simaqê wan zêde be hem difiroşin hem jî li cîran û nasên xwe belav dikin.”

Ciwanê binavê Yûsiv yê gundê Sînemokan jî ji bo şêweyê dara simaqê wiha diêje: “Darên simaqê pir bilind nabin ji bo wê kom kirina wê zehmet nîne. Lê baldarbûn dixwaze. Ji bo ku darên wê nazik in, heke pêwîstî bi derketina ser darê hebe divê, divê keseke/î sivik be nexwe dara wê ranake û dişkê.”