Li Qendîlê damezirandina PKK'ê tê pîrozkirin

Li herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê salvegera 43'yan a damezirandina PKK'ê tê pîrozkirin.

Salvegera damezirandinê ya PKK'ê bi dirûşmeya, ''Bi rihê berxwedanê yê Werxelê em mohra serkeftinê weke salvegera 44'an a PKK'ê îşaret dikin'' li Qendîlê tê pîrozkirin.

Pîrozbahî saet 13:00'an dest pê kir û tê payin heta êvarî bidome.

Ji Başûrê Kurdistanê ji gelek deveran gelek kes ji bo pîrozbahiyê hate gundê Bokîrîskanê.

Li qada pîrozbahiyê alayên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daleqandin.

Di serî de hunermend Berhem Şemamî wê gelek hunermend li pîrozbahiyê hazir bin.