Li Qendîlê damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin

Li Qendîlê gerîlayan salvegera 43’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qendîlê salvegera 43’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kirin.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Di axaftinan de hate diyarkirin “Heta ku Kurdekî xwedî rûmet bimîne wê, berxwedan û gerîla jî hebin.”

Di axaftinên pîrozbahiyê de hate gotin “Di dîroka Kurdistanê de gelek serhildan hene lê ji bo gelê Kurd PKK bûye vejîna gelê Kurd. Roja ku PKK hatiye avakirin, darbeya herî mezin e ku li dewleta Tirk hatiye xistin.

LI VAN ÇIYAYAN GERÎLA NAQEDIN

Li hemû çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê hene. Divê dijmin bizanibe, heta ku Kurdekî bi rûmet hebe wê li van çiyayan gerîla naqedin. Îro li Zap, Metîna û Avaşînê berxwedaneke dîrokî heye. Heta ku Rêber Apo di warê fizîkî de azad bibe û azadiya mezin pêk were wê gerîlayên modernîteya demokratîk her dem hebin. Gerîla bi fikrên Rêber Apo bi perspektîfa şerê gel a şoreşgerî û bi taktîkên gerîlatiya modern heta ku bi ser bikeve wê li ber xwe bide. Em soza xwe ya serkeftinê dubare dikin. Berxwedana gerîla wê dawiya faşîzmê bîne.”

Merasîm bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’û ‘Jin,jiyan, azadî’ bi dawî bû.