Li Qendîlê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî û dar hatin çandin
Li Qendîlê gerîla û gel 68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re pîroz kirin.
Li Qendîlê gerîla û gel 68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re pîroz kirin.
Di pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ya ku gel eleqeyk mezin nîşanda de, di peyama hevpar de azadiya Ocalan hate xwestin. Gel ê ku 4’ê Nîsanê di heman demê de weke jidayîkbûna xwe qebûl kirin, ev peyam da: “Em jiyanekî bê Rêbertî qebûl nakin.”
JI BO JIYANEKÎ NÛ DAR HATIN ÇANDIN
Piştî pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û şûnde, weke her salê, îsal jî 4’ê Nîsanê dar hatin çandin. Ji heftsalî heta heftê salî hemû gel û gerîla li Qendîlê 4’ê Nîsanê ji bo sembala jiyanekî nû dar çandin.
‘4’Ê NÎSAN DI HEMAN DEMÊ DE ROJA JIDAYÎKBÛNA HEMÛ JINA NE’
Piştî çandina daran û şûnde Hevşaredara Binarê Qendîlê Emîne Abdullah axaftinek kir. Emîne Abdullah a ku roja jidayîkbûna Ocalan û hemû gelê Kurd pîroz kir wiha got: “Birêz Ocalan ev 18 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê hemû gel têbikoşîn û xwedî lê derkevin. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de tê wataya ji nû ve xuliqîna hemû jinan û azadiya wan.”
Piştî axaftinan û şûnde gelê Qendîlê û gerîlayan bi yek dengî dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo” û “ Bê Serok jiyan na be” qîr kirin.