Nobeta li sînorê Qamişloyê: Çareserî li Îmraliyê ye

Di çalakiya nobetê de ku li ser sînorê Qamişloyê li dijî êrîşên dagirkeriyê didome, daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku çareserî bi Rêber Apo re pêkan e.

ÇALAKIYA NOBEDÊ DIDOME

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê hatiye destpêkirin di roja 5’an de didome. Şandeyên ji Sêrtê hatine niha piştgiriya nobetê dikin. Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û dirûşmeyên  "Bijî berxwedana Rojava" , “Rojava dilê me berxwedan e karê me" û “Rojava ne tenê ye” hatin berzkirin.

Hevserokê Bajarê Sêrtê yê DEM Partiyê Eşref Çetin diyar kir ku wan ji bo piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya piştgiriyê daye destpêkirin û got: “Me îro ji Sêrtê piştgiriya çalakiya nobedê kir. Em ji vir piştgiriya gelê Rojava dikin. Sêrt Rojava ye, Rojava Sêrt e. Gelê Kurd li her derê aşîtî û azadiyê dixwaze. Gelê Kurd li ser axa xwe ziman, çand û statuya xwe dixwaze. Bila şer bisekine, hevdîtin dest pê bikin.”

Çetin anî ziman ku divê Tirkiye bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinan pêk bîne û divê di navbera gelan de aşîtî pêk were û wiha got: "AKP-MHP’ê gavek avêtibû. Em jî wek partî dibêjin ku gelê Kurd ji bo muzakere û aşîtiyê amade ye. Ma heger yên Fîlîstînê xwişk û birayên me yên misilman bin, yên li Rojava çi ne? Gelek tişt hene ku divê bêne gotin lê em dixwazin êdî derdê gelê Kurd bê zanîn.”

Çetîn axatina xwe bi van gotinên Hozan Dilgeş bi dawî anî:

"Nivê dilê min Nisêbînê

Nivê dilê min Qamişlo ye

Axa me zêr û zengîne

Hawir, têl, mayîn danîne

Li ser xetî û bin xetîne

Em tev xelkê welatîne"

‘ÇARESERÎ NE ŞER E ÎMRALI YE’

Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan jî diyar kir ku pirsgirêka Kurd wê bi şer neyê çareserkirin û wiha axivî: “Ev pênc roj in li vir kedek tê dayîn. Wekî tê zanîn ev 100 sal e pirsgirêka Kurd didome. Dewlet jî hewla çareseriyeke aşîtiyane û demokratîk nade, hewl dide bi şerî çareser bike. Em jî dibêjin ku bila êdî xwîn nerije. Pirsgirêka Kurd êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Madem em bi hev re dijîn, divê mafên gelê Kurd jî hebin û nasnameya wê bê nasîn. Em bangî dewletê dikin: Pirsgirêka Kurd bi şerî nayê çareserkirin. Rê diyar e, Îmrali ye. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de jî diyar kir ku ev şer dikare bi dawî bibe. Madem gavek hat avêtin, em dixwazin bibînin ka ev gav ji bo çi hatiye avêtin.”