Li Qamişlo cenazeyên Muhamed û Elî hatin veşartin

welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên cangoriyên azadiyê Muhamed Yûsif )Kadoz Qamişlo) û Elî Mihemed (Şêro Qamişlo) li Goriostana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê veşartin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo herdu şervanên azadiyê Muhemed Yûsif Mehmûd (Şêro Qamişlo) û Elî Mihemed (Kadoz Qamişlo) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Li goristanê merasîma leşkerî hate lidarxistin. Paşê Endamê Rêvberiya Saziya Malbatên Şehîdan Mahsûm Hesen axivî, sersaxî ji malbatên herdu cangoriyan re xwest û wiha got: ″Di serî de hemû şehîdên xwe yên ku ji bo avakirina biratiya gelan canê xwe feda kirine bibîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Ji bo ku em rêya rastiyê û azadiyê bişopînin, em ê biratiya gelan ava bikin û hevgirtina xwe xurt bkin, da ku em bi ser bikevin û tola şehîdên xwe hildin.”

Fermandarê YPG′ê Azad Qamişlo jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û li ser navê hemû şervanên YPG/YPJ′ê, soza tolhildana cangoriyên azadiyê nû kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.