Li qadên Derarê û Koordîne yên Metînayê şer didome
Li qadên Derarê û Koordîne yên Metînayê şer didome. Artêşa Tirk obus avêt gundê Seraro.
Li qadên Derarê û Koordîne yên Metînayê şer didome. Artêşa Tirk obus avêt gundê Seraro.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê didome.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ji herêmên Derarê û Koordîneyê yên Metînayê dengê şerekî mezin tê.
Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Tirk bi obus û balefirên şer li qadê didin û obuseke dewleta Tirk li gundê Seraro ketiye.