Li Pîranşarê kolberek hat birîndarkirin
Hêzên rejîma Îranê li sînorê bajarê Pîranşarê gule li kolberekê reşandin û ew birîndar kirin.
Hêzên rejîma Îranê li sînorê bajarê Pîranşarê gule li kolberekê reşandin û ew birîndar kirin.
Kuştin û birîndarkirina kolberan ji aliyê hêzên rejîma Îranê didome.
Îro li ser sînorê bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê gule kolberê bi navê Seyîd Mobîn Ehmedî yê ji gundê Terkêşê ye reşandin. Di encama gulebaran hêzên rejîma Îranê Ehmedî birîndar dibe.
Hat zanîn ku ji bo dermankirinê Ehmedî rakirine nexweşxaneya bajêr.