Li pêşiya Şaredariya Erdîşê lêpirsîna polîsan

Welatiyên diçin Şaredariya Erdîşê ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin, destpêkê ji aliyê polîsên Tevgera Tîmên Taybet a Polîsan (POH) tên lêpirsîn û piştre destûr ji wan re tê dayin ku bikevin nava avahiyê.

Şaredariya Erdîşê ku hevşaredarên wê dîl hatine girtin, ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatiye desteserkirin. Welatiyên ku tên avahiya şaredariyê, li lêpirsîna Polîsên Tîmên Taybet (POH) ên li pêşiya avahiya şaredariyê ne rast tên.  Polîsên Tirk piştî ku pirsên "Tu çima hatiye şaredariyê, tu yê çi karî bike, beriya niha tu qet hatibû şaredariyê?" li welatiyan dikin, destûrê didin ku derbasî nava avahiyê bibin.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de bi rêjeya zêdeyî 50 ji sedî Şaredariya Erdîşê bi dest xistibû. Hemû kolan û rêyên navçeya 100 salî bi asfald û kevirên parke hatin xemilandin. Gelê Erdîşê ava xwe ya vexwarinê bi salan ji bîran derdixist. Di serdema Şaredariya DBP'yî de ava vexwarinê gihîşt her malê. Li Erdîşa ku xwezaya wê hatibû têkbirin, bi dehan park hatin çêkirin û bi hezaran dar hatin çandin. Tiriyê Erdîşê ku beriya niha bi 3 hezar salî ji aliyê Ûrartûyan ve li Erdîşê hate çandin û niha li ber tinebûnê ye, ji aliyê Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî ve ji nû ve hate çandin. Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî ji gelê Erdîşê re otogareke nûjen û avahiya xizmetê ya şaredariyê çêkir. AKP'ê sala 2016'an qeyûmê xwe danî ser şaredariyê. Rejîma AKP'ê ku Şaredariya Erdîşê desteser kiriye, Hevşaredara Erdîşê ya DBP'yî Dîba Keskîn bi dek û dolaban girt.

AVAHIYA ŞAREDARIYÊ MÎNA QEREQOLÊ YE

Avahiya şaredariyê mîna qereqolê bi bendên bilind hate dorpêçkirin û wesayitên zirxî li dorê hatin sekinandin. Bi sedan kes ji kar hatin derxistin. Li hundir û derveyî avahiya şaredariyê bi sedan polîs hene. Personelên POH'ê piştî ku welatiyan kontrol dikin, bi pirsên "Tu çima hatiye şaredariyê, tu yê çi karî bike, beriya niha tu qet hatibû şaredariyê?" wan dixin lêpirsînê.