Li Patnosê zext li girtiyan tê kirin

Zext û binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê zêdetir dibe. Hate ragihandin ku girtiyan nabin nexweşxaneyê û ava paqij nadin girtiyan.

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê zextên li ser girtiyan didome.

‘GIRTIYAN DIXIN HUCREYAN’

Sîbel Kabûl a ku her meh tevî 3 zarokên xwe ji Şirnexê ji bo hevdîtina hevjînê xwe Şevkî Kabûl diçe Agiriyê, diyar kir ku roj bi roj rewşa girtiyan xerabtir dibe. Kabûl got ku, “Sala borî hevjînê min, krîza dil derbas kir lê hefteyek şûnde ew ê dîsa anîn girtîgehê. Nexweşiyên wî hê didomin û gelek girtiyên nexweş ên wekî wî hene. Ne ava paqij û ne jî xwarinê didin girtiyan. Belasebeb girtiyan diavêjin hucreyan. Her cara ku ez diçim dibêje cil negihiştine min. Ji ber ku ava paqij nadin girtiyan, girtî nikarin serê xwe bişon û xwarina wan jî ne baş e. Ji ber vê jî hemû lawaz bûne.”

WAN NABIN NEXWEŞXANEYÊ

Kabûl diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li ser girtiyan polîtîkayeke taybet dide meşandin û got ku, “Gelek caran ne pirtûkan û ne jî rojnameyan nadin girtiyan. Di her hevdîtinê de ji me re dibêjin, ‘Vê rewşê ragihînin’. Ez dixwazim tiştek ji bo wan were kirin. Hevjînê min ji ber ku mûayeneya bi kelepçe qebûl nake, wî nabin nexweşxaneyê. Nexweşiyên wan roj bi roj zêdetir dibe. Ji bo xweşuştinê jî ava nadin wan. Di hefteyê de 8 saetan avê didin, di wan deman de jî her kes karekî dike.”