Li Patnosê gefa çekdarî û êşkenceya hiştina li nava berfê
Polîsên tîmên taybet ên Tirk li navçeya Patnosê ya Agiriyê, di serdegirtinê de berê çekê dan serê sê kesan û ew di nava berfê de hiştin.
Polîsên tîmên taybet ên Tirk li navçeya Patnosê ya Agiriyê, di serdegirtinê de berê çekê dan serê sê kesan û ew di nava berfê de hiştin.
Polîsên Tirk li Patnosê serê sibehê avêtin ser du malan. Hate ragihandin ku li Mucahît Ûygar digerin.
Di vê serdegirtina kêfî de deriyên malê şikandin û eşyayên li hundir belav kirin.
Polîsan bi heman hincetê avêtin ser malên kek û xwişka Ûygar.
Yek ji ferdên malê got, "Polîsan 3 kes derxistin derve. Nêzî 40 deqeyan berê çekê dan serê me, pê li pişta me kirin û em li nava berfê hiştin. Keça min a 12 salî ya li malê B. jî li balkokê li erdê dirêj kirin û bi vî rengî ew jî hiştin."