Li Nisêbînê xebata yekîtiya netewî guh neda astenga polîsan

Şandeya KCD'ê, DBP'ê û HDP'ê starta kampanyaya yekîtiya netewî li Nisêbînê da destpêkirin. Şandeyê guh neda astenga polîsan û xebata xwe domand.

Şandeya ku ji DBP, KCD, TJA û HDP'ê pêk tê li gel astengî û dorpêça polîsan jî li navçeya Nisêbînê starta xebatên Yekitiya Neteweyî ya Kurd da. Şande îro serdana esnafan kir.
 
Bi çarçoveya xebatên Yekitiya Netewî ya Kurd, bi dirûşmeya “Dem dema yekitiya netewî û azadiyê ye” şandeya ku ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) pêk tên, îro li navçeya Nisêbîna Mêrdînê starta xebatên xwe da. Xebatên ku wê 7 rojan berdewam bike di roja yekem de bi astengiya polîsan ve dest pê kir. Şande îro li Nisêbînê çû serdana esnafan û di destpêka serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz têkildarê xebatên ku bên kirin de axivî. 
 
Aydenîz da zanîn ku demek dirêj e ji bo Yekitiya Netewî ya Kurd dixebitin û wiha got: "Li navçe û bajaran ji bo yekitiyê xebatên me didomin. Çalekiyên me bêguman hatin astengkirin û rastî êrişan hatin. Lê dîmenên ku me îro dîtine gelek cuda ne. Cihên hatin çûyîna Nisêbînê hatin girtin. Bi sedan polîs li dora me kom bibûn. Hûn dizanin li Garê êrişa dewletê heye. Leşkerên wan yên hatine girtin cardin ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. Niha jî bi wê kînê nêzî me dibin. Lê divê em bi vîn xebatên xwe berdewam bikin. Em ê ligel astengiyan bimeşin.”
 
Piştî axaftina Aydenîz, tevî astengiya polîsan jî şande çû serdana esnafan. Ji aliyê esnafan ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin. Welatiyên derdorê jî bi çepikan şandeyê pêşwazî kir.