Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî li nava bajêr ragihand, teqîn roja Çarşemê saet 12:35'an rû dan. Çavkaniyekî bi navê H.A. ragihand ku herdu teqîn li nuqteyeke çeteyên eniya El Şamiye rû dane ku li nêzî bûlwara Kawayê Hesinkar ê li navenda bajêr e.
Tê gotin ku teqîn bi wesayitên bombebarkirî hatine kirin û gelek kes mirine û birîndar bûne. Lê belê li ser mijarê agahiyeke berfireh bi dest neket. Hin çavkanî dibêjin, teqînan rê li ber xisareke mezin a madî jî vekirine.
Demeke kin piştî herdu teqînan, vê carê li kolana Feylakê dengê teqînê hat. Ji ber teqîna li nêzî Nexweşxaneya Dersimê, herî kêm 11 çete mirin.
Dagirker niha li Efrînê seferber bûne û hemû rêyên bajêr girtine.
Nayê zanîn bê teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bi rêk û pêk li herêmê sûcên şer dike. Hêzên Tirk roja 20'ê Çileyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin. 18'ê Adarê jît evlî çeteyên xwe ketin nava navenda bajêr. Ji dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve bi sedan sivîl hatin kuştin, bi sedan kes jî hatin revandin. Malên sivîlan hatin talankirin, bombekirin û desteserkirin. Gelek şûnwarên dîrokî jî bûn qurbanê hovîtiya çeteyên Tirk. Li gorî raporeke Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW) ku beriya niha bi demeke kin weşand, komên dewleta Tirk ên li Efrînê dest danîne ser mal û milkên Kurdan û talan kirine.