Li navçeyên Wanê xebatên HDP’ê bênavber didomin

Li Wanê namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê xebatên xwe bênavber didomînin.

Namzeta hevşaredariyê ya HDP’ê ya Qelqeliyê Dîlan Orencî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana gundan. Orencî li gundan diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de feraseta qeyûm hilweşînin.

RÊYA ARMÛŞÊ

Li Rêya Armûşê jî li taxên Selîm Bey û Bostanîçî buroyên hilbijartinê yên HDP’ê hatin vekirin.

Di vekirina buroya hilbijartinê de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin.

ARTEMÊT

Namzeta hevşaredariyê ya Artêmetê ya HDP’ê Gulcan Kaçmaz li taxa Sîpanê ya navçeyê bi jinan re civiya. Kaçmaz diyar kir ku jin dikarin AKP û MHP’ê bidin sekinandin.

ERDÎŞ

Namzeta hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn jî li gundê Zortûlî yê navçeyê bi jinan re civiya. Çetîn diyar ku ew ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin.

ŞAX

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Esra Babûr û Mûrat Bozdemîr tevî rêveberên partiyên yên navçeyê li taxên Garisan û Gorandeşt bi gel re civiyan. Şêniyên taxê eleqeyeke germ nîşanî namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê dan.