Li navçeyên Efrînê 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 15’ê sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li navçeyên Kantona Efrînê hatin lenetkirin.
Komploya Navneteweyî ya 15’ê sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li navçeyên Kantona Efrînê hatin lenetkirin.
ŞIYÊ
Li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê bi sedanwelatî li gundê Merwaniyê kom bûn. Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ʺkes nikare roja me veşêreʺ, ʺAzadiya Rêber misogeriya aştiya Rojhilata Navîn eʺ ku bi zimanên kurdî û erebî hatibûn nivîsandin, hilgirtibûn.
Şervanên YPJ/YPG`ê, hêzên Asayîşê, Hêzên Tirafîkê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongireya Star jî beşdarî xwepêşandianê bûn.
Xwepêşandêran ji gundê Merwaniyê ve dest bi meşa azadiyê kirin. Meşvanan bê navber dirÛşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re beriz dikirin, her wiha komploya navdewletî şermezar kirin. Meşvana di gundê Hêkiçê, Anqelê û Senerê yên girêdayî navçeya Şiyê ber bi navenda navçeyê ve meşiyan.
Xwepêşandêr li qada şehîdan a navenda navçeya Şiyê rawestîn û li vir axaftin hatin kirin. Axaftin bi rêzgiritinê destpê kir û paştre li ser navê Fermandarê YPG`ê Baran Efrîn û li ser navê PYD`ê Welîd Dîngil axivîn.
Di axaftinan de komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û diyar kirin ku gelê kurd li hemberî tevahî êrîşên hovane li ber xwe dide û wê heta dawî li ber xwe bide û pêkhateyên din re hevkarî û yekîtiya xwe xutir bike.
Paşê xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina komploya navnetewî û daxwaza azadiya Ocalan bi daxwî bû
Di heman çarçoveyê de TEV-DEM`ê û Kongereya Star çalakiya girava birçîbûnê lidar xistin. Bi dehan welatî beşdarî çalakiya ku rojekê dom kir, bûn. Di çalakiya gireva birçîbûnê de gelek axaftin derbarê komploya navnetewî hat kirin û komplo hat şermezarkirin.
RACO
Li navçeya Raco jî bi heman armancê meşek hate lidarxistin û komplo hate şermezarkirin.
Meş bi beşdarbûna hezaran welatiyên navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl, TEV-DEM`ê, kongireya Star, meclîsa malbataên Şehîdan pêk hat. Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ʺJi bo Rêber Apo azadîʺ û ʺBê Serok jiyan nabeʺ hilgirtibûn.
Meş ji pêşiya navenda tenduristiya Reco destpê kir û ber bi kolanên kolanên sereke ve meşiyan, girseya gel ku bê navber dirûşme beriz dikirin heta Qada Newroz meşiyan.
Li qada Newroz, piştî rêzgiritinê axaftin hatin kirin. Hevserokê TEV-DEM`ê ya kantona Efrînê Mistefa Hesen axivî û komploya navnetewî şermezar kir.
Hesen di axaftina xwe de destnîşan kire ku gelê kurd li hemberî êrîşên hovane yên li ser gelê kurd û bajarên Kurdistanê têne kirin, li ber xwe didin û û da zanîn ku êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve têne rêvebirin.
Kongireya Star jî di nava xwepêşandanê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama kongreya Arîn Elî ve hat xwendin û ev tişt hatin gotin: ʺKomplo têkbirina Tevgera Azadiyê ya li Rojhilata Navîn pêk hatiye. Lê bi saya fikir û felsefeya Rêber APO, her wiha berxwedana gelê kurd armanc û îdîayên wan dewletan hatin derewandin. Dewleta Tirk dixwaze têkliya di navbera gelê kurd û Rêberê wê Abdullah Ocalan de qut bike, lê hewildanên dewleta faşîst vala hatin derxistin, ji ber ku Rêber Ocalan bi fikir û ruhê xwe pêwendiyê bi gel re didomîne.ʺ
Girseya gel bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.