Li Minbicê cenazeyê 3 şervanan hate veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Goristana Şehîdên Minbicê veşartin.
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Goristana Şehîdên Minbicê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên hersê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El-Ebid (Edulhey), Mehmûd Casim (Ebû Têc) û Mûsa El-Seîdî (Hesen) ên ku di 7′ê Adarê de li gundê Erbe Secîr û gundê Um Sexîr ku di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ′ê de jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.
Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî, anî ziman ku Minbic bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê rizgar bû û soza şopandina rêya wan da.
Her wiha Cîgirê Hevserokê Meclîsê Zagonsaz a Minbicê Qasim Remo jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û soz da ku wê Meclîsa Zagonsaz piştevaniya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bike û yekîtiya pêkhateyên herêmê biparêze.
Piştî axaftinan, nasnameyên şervnan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan bi dirûşiman ve hatin definkirin.